BANGEWAZÎ BO SEMPOZYÛMA DERÛNNASIYA REXNEYÎ YA VI.


BANGEWAZÎ BO SEMPOZYÛMA DERÛNNASIYA REXNEYÎ YA VI.
Ligelhevî: Rewş, Dînamîk, Derfet
Kewçêr, 2018 / Îzmîr

Sempozyûma Derûnnasiya Rexneyî ya VI. wê di payîza 2018an de li Îzmîrê bê lidarxistin. Me wekî temaya giştî ya îsal vê hilbijart: “Ligelhevî: Rewş, Dînamîk, Derfet”. Li deverên cihê yên dinyayê, li ser nakokî û hevpariyên cihê, bi teşeyên cihê mirov tên cem hevdû û vêya bi awayekî tesîrdar di rojeva me digere. Vî tiştî zor da me ku em vê temaya giştî hilbijêrin. Vê pêvajoya civakî û tarîxî ku em tê re dibihurin; têkiliyên di nav mirovan de, têkiliyên mirovan ên ligel koman, ên ligel civakan, ên ligel jîndarên din û xwezayê dihundirîne. Bi van têkiliyan mirov tên cem hevdû û pêrgî hev tên û pê re rewşine cihê yên mirovan derdikevin holê. Mebesta me bi vê sempozyûmê ew e ku em li cihê ku derûnnasiya rexneyî û dîsiplîn û teşeyên hilberîna zanyarî yên din digihîjin hev li ser van rewşên cihê bisekinin.

Bi ya me rewşên cihê yên hatin an nehatina cem hevdû hene. Ji aliyekî ve em dibînin ku kirde li dora kes, fikir û çalakiyên otorîter, ciyawaz û tundbar tevger, kom û civak tînin pê; wekî rastênhev pêkutî, tundî, ciyawazî û kiryarên xirab her diçe bêhtir tevli nava têkiliyên mirovan dibin. Ji alîyê din ve jî em dibînin ku kes, fikir û çalakiyên wekhevîxwaz, azadîxwaz û piştgir dikarin li hemberî pergalên serdest ên kapîtalîzmê û tundiyê bibin çavkaniya yekîtiyên alternatîf. Ji aliye din ve jî em dibînin ku li hemberî pergalên serdest ên kapîtalîzmê û tundiyê kes, fikir û çalakiyên wekhevîxwaz, azadîxwaz û piştgir dikarin bibin çavkaniya yekîtiyên alternatîf. Ev hemû her çiqas hin “rewşan” nîşan bidin jî, mînakên pêvajoyên dînamîk tînin holê ku ev mînak bi hin nakokî û dînamîkan teşe digirin û bi vê ve girêdayî potansiyela veguherînê dihundirînin.    Ji ber vê yekê bo me girîng e ku em di vê sempozyûmê de bi perspektîfa derûnnasiya rexneyî bi tevî dînamîkên ku ew dihundirînin, wan tînin pê û wan diguherînin li ser van rewşên ligelheviyê bisekinin. Û di heman demê de li ser rê û rêbazên xurtkirina dînamîkên ku mirovperest, jîndarperest û xwezaperest in jî…

Mirov dikare bibêje ku insan di pêvajoyên wekî vana de ne tenê bi insanan re, bi civak û tarîxê re, bi haletên xwe yên ruhî re, bi jîndarên din û bi xwezayê re bi rastîhevhatinên pirrcure, hevkarîger û pirrtêkel tên gel hev. Ji ber vê yeke bo me manedar û nirxdar e ku em pêvajoyên ligelheviyê ji xeynî derûnnasiya rexneyî ji dîsiplînên din, bi awayekî pirrdîsiplîn, navdîsiplînî, ji dîsiplînan wêdetir bikin kêşeyî û pê re peyv û zanyariyan hilberînin. 

Armanca sempozyûmê ew e ku lêkolîner, xebatkar, xwendekar, kesên dixwazin fikaran biafirînin û parve bikin, bîne cem hevdû. Ji ber wê yekê ji xeynî temaya giştî sempozyum bo rexneya zanyarî û pratîkî ya derûnnasiyê, bo rexneyên civakî û bo xebatên rexneyî yên li ser hin meseleyên rojane jî vekirî ye. Wekî din me îsal rê li ber beşdarên ku ji erdnîgarên din tên vekir da ku karibin bo xulaseyên danezanên xwe serî li me bidin.

Di Sempozyûma Derûnnasiya Rexneyî ya VI. de ku dê li nîqaşa rewş, dînamîk û derfetên ligelheviyê bicive, kesên ku dixwazin danezan û posterên xwe pêşkêş bikin divê xulaseyên danezanên xwe yên bi qasî 1000-1500 peyvan heya 1ê Adara 2018an bi forma li ser malpera https://goo.gl/qEccG7, bi Tirkî yan Îngilîzî, bişînin. Heke hûn bixwazin ji danezanek zêdetir bişînin hûn dikarin bo her danezanek formek dagirin. Piştî ku we formê şand, heke danezana we gihîşt cî hûn ê bi awayeke otomatîk bên agahdarkirin; derbarê vêya de wê maîlek bê navnîşana we ya e-maîlê. Vê maîlê wê gehînekeke înternetê bihundirîne. Heya roja dawîn a teslîmkirinê hûn bi vê gehîneka înternetê dikarin danezana xwe sererast bikin an jî rojane bikin. Piştî roja dawîn a teslîmkirinê ne mimkûn e ku hûn karibin danezana xwe verast bikin. Heke ev maîla otomatik ji we re nehat hûn dikarin ji navnîşana elestirelpsikolojisempozyum@gmail.com re binivîsin û daxwaz bikin. Di rojên bê de, hûn dikarin li ser malpera www.elestirelpsikolojisempozyumu.blogspot.com rûdanên derheqê sempozyûmê de bişopînin.

Em hêvî dikin ku Sempozyûma Derûnnasiya Rexneyî ya VI. jî wekî sempozyûmên berî xwe bibe derfet da ku him em ligel hev bin û zanyarî û tecrubeyên hev bi hev re parve bikin, him jî em ligelheviyên xwe yên bêhiyerarşî û piştgir zede bikin.

Lijneya Lidarxistina Sempozyûma Derûnnasiya Rexneyî ya VI.

Lijneya Lidarxistinê:
Baran Gürsel
Berk Yaşuk
Deniz Akyıl
Duygu Öz
Ebru Ergün
Ece Bişirir
Erdi Çoban
Gülistan Öz
Hojin Demirel
İclal İncioğlu
İlham Yılmaz
Lale Can
Müge Tüfekçi
Olga Selin Hünler
Selen Önal
Selim Cillov
Sercan Karlıdağ
Sertan Batur
Yudit Namer


Lijneya Nirxandinê:
Aysel Kayaoğlu
Buket Kara
Can Önalan
Doğa Eroğlu
Ersin Aslıtürk
İlker Özyıldırım
Melek Göregenli
Olga Selin Hünler
Sertan Batur
Umut Şah
Yudit Namer
Zeynep Biter

Yorumlar