SEMPOZYÛMA DERÛNNASİYA REXNEYÎ YA VII BANGEWAZÎ


Me mijara xwe ya sereke ya Sempozyûma Derûnnasiya Rexneyî ya VII ê ku dî mêja 23-24-25ê cotmeha 2020’an de li stenbolê were pêk anîn wek “Azadbûn” diyar kir.

Gava me hewl ji bo diyar kirina mijarê da, me dît ku rayeka û reha “xwebûn” û “azad” dikarin ji têgînên û ramanên dewlemend re bibin jêderk: Azad, azadî, azadbûn, azad kirin, kirdewarî, xweparastin, xweserîtî hin ji van bûn.  Di dawiyê de me biryara xwe li ser “azadbûnê” danî ku ew peyva wek mijara sereke hemû têgînan û bîrxistiniyan di binesaziya xwe de vedihewîne. Wek têgînek pir hêzdar, azadbûn; livbazitiya mirovê dikirpîne û li azadiyê wek pêvajoyek ravedike. Ligel vê yekê em wek mengî, armanc, derfet an rastinî; hizirîna li ser “azadbûnê” watedar dibînin da ku li wê bidomînin. 

Tekoşînên azadbûnê di hilbijartina mijarê de bandêr bûn ku ew li dijî bikarbarên zext, tundî, dagirî, sansûr, cihêkarî, xwe li nedîtinê danîn, çewsandin, mêtinî û mêtingehkirinên ji hêla desthilatdarên ji hemû gerdûnê ve di nav dibistanan, girtîgehan, nexweşxaneyan, kargehan, peymangehan, jîngehan û tewra di nav malên me de tên berdewam kirin. 

Gava pirraniya cîhanê bi van çalakiyên gelêrî re diheje em jî hay jê hene ku derûnnasî heta niha têra xwe û pêdivî girîngahî nedaye mijara azadbûnê. Li gorî me derûnnasî ya ku li banînê pêşkî dike, mirovê wek kirdeyek xwediyê civakîbûn û dîrokîbûn nanirxîne, û dijwarî dikişîne ku li ser bandorên guhêrker şîroveyan bike hewceyê bîrûboçina rexneyî ye, şîroveyên li ser hêzên ku mirovan vesînor dikin û stû lê xwar dikin û bi ser de dijraberî/berxwedana li dijî van derdixin holê, û bi ser de dijwarî di der barê xuyabûna van ên kirdewarî, kesayetî û dilînî û rewşên çêbunî yên gerdûnî û tên zorandin ku bibin beşek van berxwedanan de jî dikişîn. Em hêvîdar in ku ev sempozyûma derfeta ku pirsên wek “Bîrûboçûna rexneyî ya ku azadbûnê hildide dest çi ye; çawa tê pêk anîn; bandorekî çawa datîne li ser derûnnasî û cîhana ku ew şîrove dike? pirsiyar dike û dibersivîne derxe holê. 

Ji bo sempozyûma derûnnasiya rexneyî, mijara serekeya pêşî “Digel Hev Bûn” bû. Em ji li wir derdikevin rê û hemû kesên ku bi mijar re têkildar in vedixwevînin li sempozyûmê da ku em bi hev re li ser mijara azadbûnê bifikirin, nîqaş bikin û ber bi cîhanek azadtir bilibitin. 

Ji ber sempozyûm armanc dike ku lêkolîner, pêkhêner û xwendevanên ji rexneyê re xwîl in û bi pêgeha derûnnasiyê û rêzkariyên têkildar re pêwendî saz dikin û mirovên ku dixwazin ramanan hilberînin û li wan parve bikin bîne cem hev; sempozyûm digel mijara sereke, ji rexneya agahiya û pêkanîna derûnnasî, rexneya cîvakî û hemû lêxebitinên ‘rexneyî’ yên bi pirsgirêkên rojane re têkildar in re vekirî ye. Her wiha serlêdanên ji bo kurtebira danezan dê ji beşdarên ji erdnîgarên ciyawaz re jî vekirî bibe. 

Pêwist e ku kurtebirên danezanê yên di navbenda 500-1000 peyvan de pêk tên heta mêja 1’ê avrêlê 2020’an wek şêweya li vir hatiye amaje kirin ji hêla yên ku dixwazin di Sempozyûma Derûnnasiya Rexneyî ya VII de danezanên devkî û bi poster pêşkêş bikin werin li navnişana elestirelpsikolojisempozyum@gmail.com'e şandin sempozyûma ku em dê li ser nîskokê azadbûnê û mengiyên, derfetan û rastekiyên jê re têkildar bisekinin. Heke hûn dixwazin danezanên ji yek zêdetir bişînin, hûn dikarin ji bo her danezanê serlêdanek nû pêk bînin. Hûn dikarin geşedanên bi sempozyûmê re têkildar li ser malpera http://elestirelpsikolojisempozyumu.todap.org bişopînin. 

Danezanên şandî dê bi riya derpêş kirina pîvanên jêr ji hêla Lijneya Nirxandin û Pesartinê ve bi berpirsiyariya amadekirina raxerek ku bîrûboçuna rexneyî di tê de were parastin werin nirxandin:
  • Gelo ew cihêkariyê vedihewîne; wekî mînak ew statûkoya nêrîn-artêşparêz-heteronarmatîf diparêze? 
  • Wek teorî-azînenasî-nerît spartî, wûçaniya wê ya li nav rexneya derûnnasiyê çi ye? 
  • Wûçaniya wê ya bi desthilatiya/hêza civakî re têkildar çi ye?

Heke pêwist bê dîtin, di der barê danezanan de ragihandinên paş were dayîn da ku verastkirinên pêdivî werin çêkirin. Ji ber vê yekê em dixwazin diyar bikin ku em digel akademîsyenan hewl didin beşdarbûna xwendevanên û kesên ku ji hundir û ji derveyî derûnnasiyê aresteyî nerîtê dixebitin jî.  

Lijneya Vesazkirinê ya Derûnnasiya Rexneyî ya VII 

Asli Aydemîr
Ayçe Ferîde Yilmaz
Aydin Bayad
Can Onalan
Ebru Ergun
Ece Bîşîrîr
Ersîn Asliturk
Hatîce Goz
Olga Selîn Hunler
Ozgur D. Yurtsever
Sertan Batur
Zeynep Bîter

Lijneya Nirxandin û Pesartinê ya Derûnnasiya Rexneyî ya VII

Aysel Gurel
Baran Gursel
Buşra Alparslan
Demet Îslambay
Doga Eroglu
Duzgun Ugur
Îdîl Atabînen
Îlker Ozyildirim
Umut Şah
Yudît Namer

Yorumlar