Banga Sempozyûma Derûnnasiya Rexneyî ya VII  ( 22-23-24 Cotmeh 2021)


 

Wek TODAPê  VII.   Sempozyûma Derûnnasîya Rexneyî ya me plan dikir ku di sala 2020î de bi babeta ‘’Azadbûnê’’ saz bikin ji ber  rewşa nedîyar ya pandemîyê li şûna ku em zêdetir bi paş de bixin me biryar girt ku di navbera  rojên 22-24ê Cotmeha 2021ê de bi awayekî online pêk bînin.

Dema me temaya sempozyûmê dîyar kir, me bi hizra peyvên ‘’arî’’ û ‘’azad’’ dikarin ji bo têgeh û hizrên dewlemend bibin çavkanî: me têgehên wekî kirdewerî, xweserî, xweparastinê jî di vi vê peywendîyê de mînak dabûn. Ligel van têgeh û bibîrxistinan me biryar dabû ku em li ser çêbûna ‘’azadbûn’’ê û wekî îmkan, armanc, îdeal an jî rasteqînî li ser ‘’azadî’’yê bifikirin. Dema me tema hilbijart, me dîyar kiribû ku li hemû erdnîgarîyên cîhanê, kesên xwedî desthilat, li dibistan, karxane, akademî, nexweşxane, girtîgeh û malan, yanê pratîk û polîtîkayên wekî zordarî, sansur, dagirkirin, cudakarî, vederkirin, kedxwarî, kolonîkirin û şideta ku li hemû qadên jîyanê didomîne, têkoşîn xwedî tesîr in.

Ji par û heta niha ji ber pandemîyê em ji pêvajoyên derasayî, derbas dibin. Me di vê pêvajoyê de, dît ku tesîrên civakî yên şewbê jî bi qasî yên şexsî çi qas girîng in. Me bi çavên xwe dît ku di vê têkoşînê de ku hemû însanîyet bi hev re dide, civak û komên xwedî dezavantaj wek di gelek rewşan de, di vê pandemîyê de jî zêdetir di bin tesîrê de mane. Her wiha di vê pêvajoyê de; jin zêdetir mehkûmî kar û barên malê hatin kirin, heqê karmend û karkeran zêdetir hat xwarin, yên feqîr zêdetir feqîr bûn û birçî man û kêmanî û yên bindest zêdetir mehkûmî nexweşî û mirinê hatin kirin. Ligel van "azadbûn" jî tim tê taloqkirin. Di vê heyama pandemîyê de, em ji malên xwe dernakevin yan jî wek mecbûrî nahêlin ku em  derkevin ku eleqeya vê yekê jî bi azadîyê re heye. Loma em bang li we dikin werin em bi hev re û  ji nû ve, li ser têgeha azadbûnê bifikirin û têkilîya di navbera azadbûna şexsî û  ya civakî de, binirxînin.

Li gorî me heta îro psîkolojiyê mijara azadbûnê bi perspektîfeke rexneyî nenirxandiye. Di nav şert û mercên pandemiyê da pêwîstiya psîkolojiya nerîtî (kevneşopî), ya ku mirov wekî kirdeyekî civakî û dîrokî nanirxîne; mirovan sînordar dike, ew hêzên ku mirovan tepeser dikin û berxwedanên li dijberî wan bi nîşane û tesîrên wan ên veguhêrîner ên di xwebûna mirovan de,  di kesayetî  û hestên wan de, di hebûna wan a cîhanî de peyda dibin, şîrove dike û mecbûr dike ku ew bibin parçeyekî vê berxwedanê; an jî berovajiyê wê lihevkirina wan a bi sîstemê re derdixe pêş, bi bergeheke rexneyî heye. Em hêvî dikin ku ev dê ji bo pirsên wekî “Bergeha rexneyî ya ku li ser azadbûnê disekine çi ye; çawa dikare çêbibe, tesîrên vê bergehê dê ji bo psîkolojiyê û ji bo cîhana ku ew wê şîrove dike çawa bin?” û bersivandina wan bibe fersendek.

Armanca sempozyuma derûnnasîyê ya rexneyî ya VII. ew e ku dixwaze  ew lêkolînerên meyla wan li ser qada derûnnasî û qadên din ên eleqedar ve têkîlîya wan heyî, xwendekar, sepanvan û kesên ku arezûya hilberandin û parvekirina fikrekî pê re li cem hev kom bike. Ji ber vê yekê sempozyum li gel temaya azadbûnê, ji rexneya pratik û zanîna derûnnasîyê, xebatên rexneyî yên di derheqê meseleyên rojane yên cihê de, rexneya civakî û agahîyên ku wê ji erdnîgarîyên cuda bên re vekirî ye.

Di VII. sempozyûma psîkolojîya rexneyî de dê bala me li ser azadbûn, îdealên bi về ve eleqedar, derfet û rastiyan be, yên dixwazin danezanan bi devkî an jî bi posteran pêşkêş bikin, divê heta 15yî gulana 2021an, kurteya danezanan li gorî format û krîterên ku li vir hatîne destnîşankirin bên amadekirin û li vir bên barkirin. Heke hûn bixwazin ji çendîn danezanan pêtir bişînin, pêwîst e ji bo her danezanekê, serlêdanekê nû bikin.

Agahiyên ku tên şandin, ji alîyê Lijneya Nirxandin û Piştgirîyê, bi berpirsîya amadekirina bingehekê ku bikare perspektîfa rexneyî biparêze dê were nirxandin û dema hewcedarî pê çêbû, ji bo sererastkirinên hewce bên kirin ji bo nivîskaran paşragihandin dê werin şandin. Lewma, em dixwazin dîyar bikin ku em bi taybetî piştgirîya wan kesan dikin ku tevî akademîsyenan, ew xwendekar û kesên ku ji  nav qada derûnnasîyê û li derveyî wê ku derbarê sepanê de dixebitin. 

Hûn dikarin geşedanên derbarê sempozyûmê de ji malpera înternetê ya sempozyûmê an jî ji hesabên medyaya civakî yên TODAPê bişopînin. 


VII. Lijneya Vesazkirina Derûnnasîya Rexneyî

Aydın Bayad

Buket Kara

Can Önalan

Ece Bişirir

Ersin Aslıtürk

Gülşen Kılıçarslan

Sadberk Arpacı

Sedef Nergiz Karagöz

Sibel Sabırlı

Olga Selin Hünler

Selim Cillov

Yılmaz Can Derdiyok

 

VII. Lijneya Nirxandin û Pesartinê ya Derûnnasiya Rexneyî

Aysel Gürel

Baran Gürsel 

 Demet İslambay

 Doğa Eroğlu

 Düzgün Uğur

 İdil Atabinen

 İlker Özyıldırım

 Umut Şah

Yudit Namer


Yorumlar