IX. Sempozyuma Psîkolojiya Rexnegir (16-17-18 Cotmeh, 2026, Îzmîr) “Tehakûma Kêfî, Civaka Bêkêf: Di Lêgerîna Dadê De Rola Psîkolojiyê”
IX. Sempozyuma Psîkolojiya Rexnegir (Cotmeh, 2026, Îzmîr)
“Tehakûma Kêfî, Civaka Bêkêf: Di Lêgerîna Dadê De Rola Psîkolojiyê”
Sempozyuma Psîkolojiya Rexnegir ya ku me di sala 2008an de bi gotina: “Ji Rexneya Psîkolojiyê ber bi Psîkolojiya Rexnegir ve” dest pê kir em îsal ya nehemîn li dar dixin. Tevî hejdeh salên guherîna şert û mercên siyasî û civakî, îddiaya me neguherî: Divê psîkolojî nebe disîplîneke lihevhatinê ya ku li gorî pêdiviyên pergala serdest hatiye teşekirin; divê ew bibe qadeke zanîn û pratîkê ku tekoşîna ji bo kedê dike navend ji xwe re, li dijî newekheviyên civakî tedikoşe, parêzvaniya wekheviya zayendî û meyldariya zayendî dike û bingeha wê mafên mirovan be.
Psîkolojî ne zanisteke bêalî ye. Di vê qada lêkolînê de, kîjan serpêhatî “nexweşî” dihesibe, kîjan hest dibe patolojîk, kîjan deng tê kerrkirin; ev (hemû) ji desthilatê ne cihê ne. Dibe ku asêkirina trawmayê di kategoriyên venasînê de yan jî radestkirina êşa giyanî bo şêwazên destwerdana bazirganî, bibe kirasekî teknîk-zanistî ji derûnnasan re da ku pê berpirsyariya xwe ya etîk û polîtik nepen bikin. Derûnnasiya rexnegir li himberî vê meylê disekine ku takekesî ji konteksa civakî vediqetîne û wê wisa rave dike. Ew wisa dike ku serpêhatiyên wek hejarî, tundûtî, bêhêvîtî ne wek kêmasiyên şexsî yan jî jirêderketinên takekesî bibîne lê bandorên wan ên pêkahteyî li ber çavan radixîne. Ew subjektîvbûnê ne tenê bi şiyana adaptasyonê, lê bi potansiyela îtiraz, hevgirtin û çalakvanî re fêm dike
Îro him li Tirkiyeyê him li cîhanê, bi kûrbûna nakokiyên kapîtalîst-emperyalîst re, pratîkên birêveberiyên keyfî, bişaftina misogeriyên exlaqî û hiqûqî û newekheviya aborî ku dibin sedem bo nakokiyên civakî; ne tenê atmosfereke siyasî û fişarker çêdibe lê rejîmeke afektê jî çêdibe. Di rewşeke wisa de ku bêedaletî asayî bûye, hiqûq bûye amûreke desthilata siyasî, têkoşîna kolektîv hatiye çewisandin, misogerî, nediyarî, bêçaretî û biyanîbûn li ser asta civakî belav dibe. Di vê çarçoveê de, “bêkêfitî” ji rewşeke giyanî ya takekesî wêdetir e; ew bêtir serpêhatiyeke kolektîv e ku ji aliyê têkiliyên tehekûmê ve hatiye hilberandin.
Îsal meha Cotmehê em sempozyumekê bi sernavê “Tehekûma Keyfî, Civaka Bêkêf” li dar dixin. Armanca me ew e ku em di vê sempozyumê de li derdora van mijaran werin ba hev: Binçavkirinên keyfî û girtin, binpêkirinên keyfî yên mafan yên li girtîgehan û polîtikayên sizader ên komîteyên çavdêriyên îdarî; bênirxkirina keda jinan û tehekûma ku ji ber polîtikayên laşan derdikeve hole; polîtikayên krîminalizasyon û qedexeyan li himberî LGBTI+; tinekirina statuya mafbûna zarokitiyê ku mafekî sabît e û nayê veguhestin, bi gotara “Sala malbatê” çavdêriya laş û dilbijiyan; encamên psîko-polîtîk ên binpêkirinên mafên heywanan û wêrankirina ekolojîk; nijadperestî û cihêkariya li ser bingeha etnîk û baweriyê, siyaset û axaftinên li dijî koçberan; hejarî, bêewlehîtî û têkiliya wê bi ruhiyetiyê re; baziganîkirina xizmetên derûnsaxlemiyê û çêbûna polîtikayên tenê bo qezencê bê çawa berpirsyariya sazûmanî ya derûnnasiyê bisînor dikin.
Sempozyûma Psîkolojiya Rexnegir, gerîna li edaletê danexe stratjiyeke pêkarînê ya takekesî. Ew edaletê wek tecrubeyekê dinirxîne ku di nava subjektîvbûna kolektîv, rêxistinîbûn û pêvajoyên hevigrtinê de ji nû ve hatiye avakirin. Armanca me ne tenê ew e ku em tehekûma keyfî û bandorên wê derxin holê, lê em li ser hêvî, berxwedan û çalakvaniya hevbeş wek meseleyeke psîkolojîk bifirkirin. Di vê çarçoveyê de, akademisyenên di hemû qadên derûnnasiyê de dixebitin, pêkhêner û xwendevanên wan qadan, çalakvanên mafên femînîst, queer, ked, ekolojî û heywanan, kesên dixwazin nîqaşan li ser berpirsyariya sazûmanî ya derûnnasiyê di gerîna li edaletê de bikin; em we hemûyan vedixwînin da ku hûn bi daxuyanî, kargeh û şêwazên derbirînê yên cuda piştgiriyê bidin.
Kesên dixwazin daxuyaniyan pêşkêş bikin, divê kurteya wan daxuyaniyan heta tarîxa 1ê Tîrmeh 2026an di wê formatê de bişînin ya ku li ser linka https://forms.gle/cnY9cRMEz1VwapDj9 forma serîlêdanê de hatiye diyarkirin. Ew daxuyaniyên ku raseraste li ser temaya semozyumê disekinin, xebatên bi prensîbên giştî yên sempozyumê re lihev jî dê werin nirxandin. Wek her tim bi qasî qada zanistî ya derûnnasiyê, beşdariyên ji qadên zanistên civakî, disîplîn û qadên din ên xebat, têkoşîn û serpêhatiyên din jî giring tên dîtin.
Hûn dikarin agahiyên aktûel derbarê sempozyûmê de ji malpera http://elestirelpsikolojisempozyumu.todap.org/ web û hesabên medyaya civakî yên TODAPê bi dest bixin. Hûn dikarin di rêya navnîşana elestirelpsikolojisempozyum@gmail.com bi me re têkiliyê deynin.
Lijneya Rêxistinî:
Begüm Ergün
Bengi Balcılar
Bilge Sözüer
Cem Arslan
Deniz Argil
Elif Gökçen Çakır
Erol Aslan
Ersin Aslıtürk
Ezgi Bayırlı
Furkan Uzel
Gizem Avcı
Hüda Tuğlu
Ilgaz Emre
Mukadder Okuyan
Nihal Ağaoğulları
Rabia Ada
Öykü Demir
Özge Dinçbaş
Zeynep Dinç
Lijneya Nirxandinê:
Aysel Gürel Kayaoğlu
BaranGürsel
Barış Özgen Şensoy
Can Önalan
Doğa Eroğlu
Düzgün Uğur
Ebru Ergün
Esra Mungan
İdil Atabinen
İlker Özyıldırım
İpek Demirok
Mete Sefa Uysal
Olga Selin Hünler
Pınar Önen
Sercan Karlıdağ
Sertan Batur
Umut Şah
Yudit Namer
Zeynep Biter